PeyamaKurd- Li bajarê Xarpêtê li navçe ya Sîvrîceyê 3 bira bi hevre çûbûn taziyê û dema ji taziyê vedigeriyan ereba wan ji kontrolê derket û 100 metre di helan de kete jêr. Di qezayê de her 3 birayên bi navên Mehmet (70), Habip (60) û Suat Alkan (55) can dan û cenazeyên wan bo otopsiyê birin nexweşxane ya Zanko ya Firatê li bajarê xarpêtê. Piştî otopsiyê cenazeyên her 3 birayan birin gundê wan yê navçeya Madenê, Yoncapınarê.
Piştî limêja cenaze, di goristana gund de, cenazeyên her 3 birayan li cem hev, bi rêzê hatin definkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin