PeyamaKurd – Li welatê Japonya ku Serokwezîrê berê Şînzo Abe du roj berê dema axaftina kampanyaya hilbijartinê bi sûqestekê hat kuştin, hilbijartinên giştî têne kirin.
Proseya dengdanê li demeke ku karvedana kuştina Şînzo Abe berdewam dike, îro 10ê Tîrmehê rojava Yekşemê têne kirin.
Xelkê Japon ji bo 248 kursîyên parlamentoyê diçe ser sindoqan ku ji bo Parlamenta Bilind jî 125 kursî wê bên hilbijartin.
Hilbijartinên Japonyayê 3 salan carekê têne encamdan ku vê carê di bin bandora sûîqestê de birêve diçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin