Meloni: Êrîsa Îsraîlê ya li ser baregeha Neteweyên Yekbûyî nayê qebûlkirin

Meloni: Êrîsa Îsraîlê ya li ser baregeha Neteweyên Yekbûyî nayê qebûlkirin

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji hemtayê xwe yê Îsraîlî Benjamin Netanyahu re got ku êrîşa Tel Avîvê ya li dijî leşkerên Hêza Aştiyê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Lubnanê (UNIFIL) "nayê qebûlkirin".

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku herdu serok îro bi telefonê axivîn û ev daxuyanî hatin dayîn:

"Serokwezîr Meloni dubare kir ku nayê qebûlkirin ku UNIFIL ji aliyê hêzên çekdar ên Îsraîlê ve were êrîşkirin û bi bîr xist ku ev mîsyon li gorî rayeya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) tevdigere û tevkariyê li aramiya herêmê dike. Wî tekezî li ser hewcedariya bêkêmasî kir ku ewlehiya personelên UNIFIL her dem were garantîkirin."

Daxuyaniyê herwiha bal kişande ser vê yekê ku Serokwezîr Meloni pabendbûna Îtalya dupat kir ku, bi pêkanîna tam ya biryara 1701ê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, dikare tevkariyê li aramkirina sînorên Israîl û Lubnanê bike û vegera awareyan bo malên xwe garantî bike.

Di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat diyarkirin ku Melonî di hevdîtinê de bal kişand ser leza xebatên ji bo kêmkirina rageşiyê li ser esasê herêmî û dûbare destnîşan kir ku Îtalya wek Serokê Heyama G7ê amade ye di vî warî da bixebite.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin