Li Wanê 116 koçber û du qeçaxçî hatin girtin

Li Wanê 116 koçber û du qeçaxçî hatin girtin

PeyamaKurd Parêzgariya Wanê diyar kir, hêzên ewlekariyê li navçeya Rêya Ermûşê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 116 koçber û du qeçaxçî girtine.

Parêzgeriya Wanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, hêzên ewlekariyê dema derketibûn dewriyeya şevê de hejmarek koçber ku ji 116 kesan pêk dihat desteser kirine. Tê gotin ku ev koçber xelkê Afxanistanê ne.

Herwiha di heman demê du kesên ku guman tê kirin ew koçber derbasî nav axa Tirkiye kirine û karê qeçaxiyê jî dikin hatine gitin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin