Bi merasîmekê qurbaniyên komkujiya Roboskî hatin bibîranîn

Bi merasîmekê qurbaniyên komkujiya Roboskî hatin bibîranîn

PeyamaKurd Qurbaniyên komkujiya Roboskî, bi merasîmekê li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qileban a Şirnexê, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbat û beşdarên merasîmê diyar kirin, zarok û welatiyên Kurd tên kuştin, lê tu tawanbar nayê darezandin û sizadan. Lê heta ku berpirs bên darizandin, dê daxwaza xwe ya dadwerî bidomînin.

Di 9emîn salvegerê kuştina 34 cangoriyên qetlîama Roboskî ku 19 ji wan zarok bûn, şîn û dilsojî hebû. Şandeke HDPê, Pervîn Buldan, parlamenter û rêvebirên wê jî li merasîmê amade bûn û bal kişandin ser kujeran û dan zanîn, kujerên Kurdan bê darizandin û siza dimînin, loma jî qetlîam û komkujiyên wiha bi berdewamî li hember zarok û welatiyên Kurd pêk tên.

Ferhat Encu yê ku ji malbata wî 28 kesan di komkujiyê de canê xwe ji dest dabûn, diyar kir, berpirsên komkujiyê nayên darizandin û cezakirin, lê wî û malbata wî ji ber ku tên ser gorên zarokên xwe doz tên vekirin, ceza tên dayîn. Encu da zanîn, divê Kurd, li hember kujerên xwe yekhelwest bin û dijminahiya hev nekin.

Ferhat Encu destnîşan kir: “Bê tifaqî û nebûyîna yekîtiya me van komkujiyan bi ser me de tîne. Heger ku em naxwazin komkujiyên wekî Roboskî, wekî Helebce, wekî Enfalê, wekî Koçgirî, Dêrsîm û Zîlanê bi ser me de werin; divê em Kurd hişê xwe bînin serê xwe û tifaqên xwe xurt bikin da ku êşên wiha nekevin nav mal û malbatên me. Ev 9 sal e em di şînê de ne, hêj jî şîn ji nav malên me ranebûye. Divê em vê rastiyê bînin ber çavên xwe, destên xwe bidin ser wijdana xwe û li hember kujerên xwe em têkoşîn bidin, ne ku bi wan re hevkariyan bikin.”

Malbatên cangoriyên komkujiya Roboskî eşkere kirin, ew tenê daxwaza, darizandin û cezakirina berpirsyarên kujerên zarokên xwe dikin û heta niha encamek nestendibin jî dê heta encam bistînin têkoşîna xwe bidomînin.

Hêjayî gotinê ye ku hemû dozên ku heta niha li ser buyerê li dadgehên Tirkiyeyê û navneteweyî hatin vekirin bê encam mane.

Perwîn Buldan di derbarê dozê de Baroya Şirnex tawanbar kir û da xuyakirin ku, ji ber xemsariya Baroya Şirnex di vê dozê de adalete cihê xwe negirtiye.

Lê serokê Baroya Şirnexê Nûşêrvan Elçî di cih de bersiva Buldan da û eşkere kir, HDP doza Roboskiyê neşopand û ew bûn sedema redkirina dosya Robiskî di Dadgeha MafêN Mirova ya Ewropa de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin