PeyamaKurd – Sînorê qezaya Mawetê ji aliyê balafireke bêbalafirvan hat bombebarankirin.
Li gor Qaymeqamê Qezaya Mawet Kameran Hesen ji K24ê re daye zanîn: “Vê sibê bi rêya balafireke bêbalafirvan, gundê Basawê yê li sînorê qezaya Mawet hat bombebarankirin.”
Kameran Hesen diyar kiriye, "Bombebaran nêzîkî saet 09:10 xuleka sibeha îro hatiye kirin, ji ber wê şewat derketiye û di hewla kontrolkirina şewatê de ne".
Herî dawî derbarê ziyanên bombebaranê de Kameran Hesen gotiye: “Ti welatiyekî sînorê qezaya Mawet ji ber bombebaranê ziyan nedîtiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin