PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê kurdistanê, roja destpêkirina sala xwendinê ya 2020 – 2021an eşkere kir.
Hevseroktiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser îro bi daxuyaniyekê ragihand, sala xwendinê ya 2020–2021an ji roja 1ê Cotmeha 2020an destpê dike.
Herwiha hat diyarkirin ku karên îdarî li dibistanan ji roja 23yê Tebaxê ve destpê dike.
Hevseroktiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, ji ber tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê sala xwendinê ya 2019–2020an, roja 27ê Gulana borî bidawî kiribû û hemû xwendekar bêyî ezmûnan derbasî polên bilindtir kiribûn.
Herwiha dest bi xwendina “online” hatibû kirin ku tenê li Efrîn û Kobaniyê ezmûn ji bo xwendekarên amadehiyê hatin kirin.
Rêveberiya Xweser di çarçoveya rûbirûbûna vîrûsa koronayê de, dibistan, peymangeh û zanîngeh jî roja 14ê Adara borî ve girtibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin