Çîn û Amerîka, ji ber wî welatî hatin hemberî hev!

Çîn û Amerîka, ji ber wî welatî hatin hemberî hev!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Çînê ji ber serdana serokê Taywanê Tsai a ji bo Amerîka hişyar kir ku "rûbirûbûneke cidî" heye. 

Di civîna çapemeniyê de ku piştî hatina Tsai bo New Yorkê hat lidarxistin, Karmendê Balyozxaneya Washingtonê ya Çînê Shu Shueyuen diyar kir ku "serdanên derbasbûyî" yên Tsai yên berê yên ji bo Amerîkayê, nikarin wekî mînakek werin hesibandin û ev yek dê berteka Pekînê kêm neke.

Shu destnîşan kir ku mijara Taywanê navenda berjewendiya sereke ya Çînê ye û "xeta sor" e ku divê di têkiliyên dualî yên bi Amerîkayê re neyê derbaskirin û wiha got: 

"Çi serokên Taywanê bên Amerîkayê, çi jî serokên Amerîkayê serdana Taywanê bikin. Di têkiliyên Çîn û Amerîka de dîsa ev dê bibe mijareke girîng. Li gorî min ev dikare bibe sedema rûbirûbûna cidî."

Shu, diyar kir ku Amerîka bi zêdekirina têkiliyên di asta bilind ên bi Taywanê re û firotina zêdetir çekan ji giravê re mijarê girîngtir kiriye û got, "Ev ne gf e. Divê hikûmeta Çînê li hember binpêkirina 'Çîna yekane' bertekê nîşan bide.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin