PeyamaKurd – Serokê komîsyona deverên ku di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de mane Ciwan Yûnis Rojbeyanî bo K24 ê gotiye ku wê wezîrê kerên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed û wezîrê ji karên Bexdayê berpirse yê herêmê Xalid Şivanî, dê roja sêşemê seredana parlementoya Kurdistanê bikin.
Rojbeyanî got ku dê her dû wezîr di derbarê Peymana Şengalê de agahiyan bidin parlementoya Kurdistanê û weha got:
“Wê di derbarê Peymana Şengalê de ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin, bê çawa wê bikeve rê, bi komîsyona deverên Kurdistanê yên ku di derveyê rêvebiriya Herêma Kuırdistanê de mane re bê şirovekirin.”
Peymana Şengalê di 9 ê cotmehê de bo rewşa Şengalê ji nû de normal bibe, Hewlêr û Bexda bi tevlîbûna nûnera Neteweyên Yekgirtî hatibû îmzekirin. Di nav Peymana Şengalê de normalîzebûna devera Şengalê de xalên dagera koçberan bo deverê, tesbîtkirina rêvebiriya nû, derketina grûbên çekdar ji deverê û desteka avakirina deverê ji aliyê biyaniyan ve hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin