Wezîr û opozîsyona Îsraîlê peymana Îranê red dikin

Wezîr û opozîsyona Îsraîlê peymana Îranê red dikin

PeyamaKurd - Hejmarek wezîrên mihafezekarên tundrê û serkirdeyên opozîsyonê li Îsraîlê, tundî rexne li rêkeftena navbera navbera Amerîka û Îranê kirin ku difikirin ev lihevkirina armanca wê bidawîanîna şerê Rojhilata Navîn û Libnanê ye, garantiya ewlehiya welatê wan nake.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben-Gvir, li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand: "Lihevkirina Trump bi tu awayî me pabend nake, em ne aliyek in tê de û ev lihevkirin ewlehiya me naparêze." Gvir bal kişand ser ku nabe ew ji Libnanê paşve bikişin heta ku Hizbulah bi temamî hilneweşe.

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich jî li ser lihevkirinê got ku "ji bo Îsraîlê xirab" e û daxwaza berdewambûna zextên leşkerî kir, ji bo herifandina Îranê û rêgirtina li gihîştina Tehranê ya çekên atomî.

Serkirdeyên opozîsyonê jî hikûmeta Netanyahu lawaz û bêbandor pênase kirin.

 Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Naftali Bennett ragihand ku ev lihevkirin ji bo ewlehiya Îsraîlê werçerxaneke xeter e û diyar kir ku hikûmeta Netanyahu ne di asta pêdivî de ye.

Serokê Partiya Demokratan Yair Golan jî rexneyên tund girtin û got: "Bi yek îmzeyê, destkeftiyên leşkerî yên mezin ên artêşa Îsraîlê hatin tunekirin, di demekê de ku Netanyahu bi bêhêzî û nexweşiyê ve temaşeyî rewşê dike û bêbandor e."

Golan, destnîşan kir ku ev lihevkirin bi milyaran dolaran dixe xizmeta Îranê û jêrxaneya atomî ya Îranê jî wekî xwe dihêle.

Hêjayî gotinê ye, hêj hikûmeta Îsraîlê bi fermî helwesta xwe li ser naveroka rêkeftina DYA-Îranê eşkere nekiriye ku biryar e 19ê Hezîranê li Cenevreyê bê îmzekirin.