Li Rojavayê Kurdistanê malbatên qurbaniyan ji azadkirina DAISîyan ne razî ne

Li Rojavayê Kurdistanê malbatên qurbaniyan ji azadkirina DAISîyan ne razî ne

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, malbatên qurbaniyên şerê DAIŞê, ji ber azadkirina çekdarên DAIŞê yên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin berdan, dilgiran in û daxwazê ji Hikûmeta Iraqê û Netewên Yekgirtî dikin ku helwesta wan li dijî azadkirina çekdarên DAIŞê hebe.

Berpirsê Nivîsgeha rizgarkirina revandiyên Êzidiyan Husên Qaidî diyar kir: ‘‘Destê beşek ji çekdarên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine azadkirin di eşkencedan û kuştina êzidiyên Şengalê de hebû.’’

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, berî 3 rojan 631 endamên DAIŞê ji zîndanên xwe azad kirin. Tê gotin, beşek ji wan tawan di derheqê xelkê bêguneh de kirine û destê wan di xwîna Kurdên Êzidî de hebûn.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin