PeyamaKurd – Li nav bajarê Semsûrê (Adıyaman) otomobîlekî ji kontrola ajotvan derket û çû nav xortên ku li ser rêya peyayan bûn. Otomobîl piştî li dîwarê baxçê xanî ket sekinî lê 4 kesan birîndar kir. Piştî qezayê ajotvan reviya.
Kesên di qezayê de birîndar bûn Enes Yardım, Faruk Fidan, Gazi Ekinci û Ferhat Vural'in. Tîmên tenduristiyê mudaxeleya birîndaran kirin û paşî wan birin nexweşxana Perwerdê û Lêkolînê ya Adiyamanê.
Hat ragihandin ku wan xortan bo herin dawetekî li wê derê rawestiyabûne. Piştî polîs çûn ciyê bûyerê, dest bi lêpirsînê kirin û dest bi xebata desteserkirina ajotvanê ku reviyaye û nasnameya wî diyar nîne, kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin