PeyamaKurd- Yek ji serokên sunniyên Îranê yê olî Mewlewî Abdulhamid Îsmaîlzehî ragihand ku hemwelatiyên ehlî sunnet di karên dewletê de nayên îstîhdamkirin.
Îsmaîlzehî hevpeyvîneka taybet da rojnama Îranî ya reformîst ya bi navê Îtîhadê û di hevpeyvînê de behsa halê welatê xwe û halê kesên ehlî sunnet kir. Îsmaîlzehî weha got:
“ Eger kesên ehlî sunnet lîyaqata wan tinebe bila negrin îş lê kesên ku layîq bin, bila bi sedema mezheb û baweriya wan ji kar neyên mehrûmkirin.”
Îsmaîlzehî got ku dema Hesen Rûhanî di sala 2013an de hat ser kar, di herêmên ku sunnî tê de dijîn, gelek guherînan xistê lê di dewra duyem de got ku dê kesên ehlî sunnet dê weka wezîr û balyoz tayîn bike û bi vê hêviyê dengên xwe dane Rûhanî. Lê ew tiştên ku sunniyan li bendê bûn da Rûhanî bike, wan tiştan nekir.
Îsmaîlzehî ragihand ku gelek caran gilî û gazinên xwe bo wezareta karên hundir dikin bê bo çi kesên sunnî nayên îstîhdamkirin lê kes guh nade giliyên wan. Bo eyaletên Sîstan û Belûcistanê Îsmaîlzelhî weka mînak da û weha got:
“Tevî ku xelkê Sîstan û Belûcistanê %75 ê wan sunniye, di dezgeyeka dewletê de eger 300 kes hatibin îstîhdamkirin, 18 kes ji wan ehlî sunnetin. Li deverên ku ehlî sunnet zêde ne, ti carî tadê nedîtine lê li deverên ku ehlî sunnet kêm in, carna eziyeta li ser bingeha mezhebî li wan têkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin