Parlamenterên Kurd ên Îranê nameyek rexneyî ji Xaminey re sandin

Parlamenterên Kurd ên Îranê nameyek rexneyî ji Xaminey re sandin

PeyamaKurd –   Hemû Parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Îranê, nameyek rexneyî li ser kanalên fermî yên Îranê ji Rêberê Îranê Elî Xaminey re şandin û dan zanîn, li Îranê bêrêzî li çanda kêmnetewan tê kirin, bi taybetî jî li Kurdan.

Nûnerên bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên li Parlamentoya Îranê, do  nameyek ji Rêberê Îranê Elî Xaminey re şandin.

Parlamenterên Kurd, di nameya xwe de destnîşan kirine ku di kanalên fermî yên Îranê, bêrêzî li çand û hunera kêmnetewan tê kirin.

Herwiha eşkere kirine, berdewambûna vê bêrêziyê, yekbûn û asayîşa niştimanî ya Îranê dixe metirsiyê.

Nameya Parlamenterên Kurd, piştî ku pêşkêşvanê kanaleke Îranê çend roj berê ji cil û bergên Kurdî re got, "cilê şivanan" hat.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin