Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî peyamên pîrozbahiya Cejna Ekîto

Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî peyamên pîrozbahiya Cejna Ekîto

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Ekîto ya Kildan, Aşûrî û Suryanên Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: 

Bi helkefta hatina cejna Ekîto serê sala nû ya Babilî Aşûrî ve, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya xûşk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryaniyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdarim ev helkeft ji bo Kurdistaniyan û hemû gelên cîhanê cihê xêr û xweşî û vegerandina hêvî û aramiyê be, ku ji ber şewba Korona ve tûşî rewşeke dijwar û nexwastî bûn.

Her bi vê helkeftê tekez li ser girîngiya hemahengî û hevkariyên hemû dam û dezgehên fermî, aliyan û pêkhatên Kurdistanê pêkve dikim ku bi pabendbûna rênimayiyan û li ber girtina rêyên dirust û pêwîst bi awayeke serkeftî ji vê rewşê derbas dibîn.

Kurdistan wekî herdem landika pêkvejiyanê, lêborînî, mirovdostiyê ye û zarok û gedeyên Krîstiyanan jî pêkhatê resen û girîngê vê çandê ne ku divê bi hemû awayek biparêzîn û bihêztir bikîn.

Cejna Ekîto li xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pîroz bê û hêvîdarim pêkve cejn û helkeftên me yên paşarojê li rewşeke baştir da, li sayeya pêkvejiyan û aştî û aramiyê da pîroz bikîn.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze. 

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.03.2020

***

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî:

Bi boneya serê Sala Babilî (Aşûrî- Kildanî) û cejnên Ekîto, pîrozbahîyê li xwîşk û birayên Kildan, Aşûrî û Siryan li Herêma Kurdistan û cîhanê dikîn. Hêvîdarîn sala xêr û xweşî û derbazkirina evê kawdana dijwar be ku Herêma Kurdistanê û cîhan vegirtîye bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê û lêkevtên nerênî yên wê yên abûrî.

Daxwaz ji hemû alîyekî dikim pabendî rêkar û rênimayên tenduristîyê bin daku bi hevkarîya hemû alîyan bikarîn evê rewşa dijawar derbaz bikîn.

Herêma Kurdistanê, nimûneyeka geşa bi hevre jîyana aştîyane ya ol û neteweyane ku cihê şanazîya meye. Hikumeta Herêma Kurdistanê tekez dike li ser pabendbûna xwe bi berevanîkirinê ji mafên tevaya pêkhateyên Herêma Kurdistanê û kûrkirina keltorê bi hevre jîyana aştîyane.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

31/3/2020

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin