PeyamaKurd – Papazê Dêra Încîla Aştiyê ya Herêma Kurdistanê Şoreş Elî ragihand ku Xîrîstiyanên Herêma Kurdistanê ji aliyê hukumeta Herêma Kurdistanê de tên parastin û Kurdistan bo wan ciyê aramî, ewlehiyê û hûzûrê ye.
Papaz Şoreş Elî bo ajansa BasNews ê weha gotiye:
“Herêma Kurdistanê bo temamê Xîsrîstiyanan hêlîna ewlehiyê û aramiyê ye. Wexta Xîrîstiyan bi komkujiyê re rû bi rû dimînin, wexta canê wan dikeve talûkê an ji canê xwe endîşe dikin, ciyê karibin lê bijîn û karibin îbadetên xwe lê bikin Kurdistan e.
Li welatên cuda bi giştî Xîrîstiyan di bin tehdîdê, tirsê û êrîşê de ne û mecbûrin li wan deran bijîn. Hukumeta Kurdistanê Xîrîstiyanan ji her talûkê û tehdîdan diparêze. Lewra xelkê Xîrîstiyan Kurdistanê weka mala xwe ya duyê dibîne.
Xîrîstiyan nikarin herin Îran û Tirkiyê. Lê li Herêma Kurdistanê bi serbestî dikarin ayînên xwe bikin. Ev jî nîşan dide ku li Kurdistanê temamên ol û pêkhate dikarin bi hevre pêkvejiyanê bikin. Ji ber Xîrîstiyan Kurdistanê weka mala xwe ya duyem dibînin, dixwazin mala xwe biparêzin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin