PeyamaKurd – Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê du koman şer kirin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li taxa Sevimlî ya ser bi navçeya Kaniya Xezalan, ji ber sedemeke nayê zanîn di navbera du malbatan de nîqaş derket û di encama nîqaşê de endamên her du malbatan bi dar û keviran êrîşî hev kirin.
Di bûyerê de ji her du aliyan 9 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tendirustiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Herwiha 9 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatin veguhestin.
Hat zanîn ku gumanbarên tevlî şer bûn ji cihê bûyerê reviyan û hêzên cendirme ji bo desteserkirina wan dest bi xebatê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin