Bi sedema hezê, rêya navbera Wan û Hekkariyê hat girtin

Bi sedema hezê, rêya navbera Wan û Hekkariyê hat girtin

PeyamaKurd – Bi sedema baran zêde bariya, li ser rêya navbera bajarê Wanê û Hekkariya de di km. ya 80 em de hez li erdê ket û rê hat girtin. Tîmên rêvekirinê yên bejayiyê xebitîn û rê vekirin lê gelek alav di rê de man heya rê vekirin.

Rê, ber destê êvarê hat girtin. Li aliyekî erda bi sedema baranê nerm bû, temamê xweliyê weka herî xiste nava rê û li aliyê dinê ava newalê bilind bû û bûn sedema girtina rê.

Piştî xebateka zor û zahmet rêya navbera her dû bajarên Bakûrê Kurdistanê vebû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin