PeyamaKurd- Rayedarên Almanyayê ragihand ku ji bo hewcedariya bi gaza Rusyayê dakeve asta herî kêm, wan dest bi biryara xwe ya sexbêriyê kiriye. Li gorî biryarê, dê saet ji 22:00yan bi şûn ve hemû lembe û pergalên ronîkirinê werin girtin.
Li gorî biryarên ku ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve ji bo sexbêriya enerjiyê hatine dayîn, dê saet di navbera 20:00-06:00an de hemû lembe û pergalên ronîkirina kuçe û kolanan, tabela, peyker û avahiyan werin girtin.
Di dewamê de hat ragihandin ku dê ji bilî nexweşxaneyan, hemû avahiyên milkê giştî, di ser 19 pileyan re neyên germkirin. Her wiha hat diyarkirin ku li kargehên ku karên giran lê tên kirin û dibe sedema germahiya laşî, dê germahî ji 19 pileyan jî kêmtir bê bikaranîn.
Li gorî biryara hikûmeta federal, dê cihên wekî hêwan û pêşangehan ku xelk lêzêde be, dibe ku qet neyên germkirin.
Biryara ku îro li Almanyayê derbasî jiyanê hat kirin, dê ji bo 6 mehan derbasdar be û armanc jî ew ku bikaranîna gazê, ji %2 were kêmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin