PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve û Bazirganiyê yê Macarîstanê Peter Szijjarto ragihand ku erêkirina Macarîstanê ya endamtiya Swêdê ya NATOyê êdî "tenê mijareke teknîkî ye" û hikûmet piştgiriya endamtiya Swêdê dike.
Peter Szijjarto, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku mijarên herî girîng ên civîna NATOyê ya li Vilniusê, dê şerê li Ukraynayê û ketina Swêdê ya ji bo NATOyê be.
Szijjarto got ku erêkirina Macarîstanê ya endamtiya Swêdê ya NATOyê, êdî "tenê mijareke teknîkî ye" û hikûmet piştgiriyê dide endametiya Swêdê û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Pêdiviya me, li Ukraynayê di zûtirîn demê de bi aştiyê heye. Lewra ev yek rêya rizgariya jiyana mirovan e. Helwesta me ya li ser Swêdê jî eşkere ye. Hikûmet piştgiriya endametiya NATOyê dike, lewma me bi mehan berê li ser vê mijarê pêşniyazek pêşkêşî parlamentoyê kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin