Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Prof. Nadir Nadirov

Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Prof. Nadir Nadirov

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata Prof. Dr. Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ji bo malbata Prof. Dr. Nadir Nadirov

Bi xemgîneyeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya zana û kesayetê niştimanperwer ê navdar ê Kurdê Kazaxistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov bihîst.

Ez sersaxiya we dixwazim û ez xwe hevbeşê xema we dibînim. Xwedayê dilovan ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide we.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin