PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Yûnanistanê ya berê Dora Bakoyannis li ser gefa Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya li dijî Yûnanîstanê axivî û diyar kir: “Tişta herî baş a ji bo Serokomarê Tirkiyê ew e, ne şev û roj bê. Ji ber ku bersiva wê bistîne, wê ji bo wî gelek dijwar be.”
Parlamentera partiya desthilatdar (Demokrasiya Nû) û Wezîra Karên Derve ya berê Dora Bakoyannis li ser rageşiya di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de û li ser gef û daxuyaniyên Erdogan yên li dijî Yûnanîstanê ku gotibû “şevekê em ê ji nişka ve bên” ji Radyo û Televîzyona Yûnanîstanê ERT re axivî.
Bakoyannis da zanîn: “Tişta herî baş a Serokomarê Tirkiyê bike ew e ku ne bi şev û ne jî roj neyê, ji ber ku bersiva ku wê bistîne, wê ji bo wî gelekî dijwar be.”
Herwiha Bakoyannis destnîşan kir, di warê berevanî û dîplomasiyê de Yûnanîstanê xwe “gelekî baş amade kiriye” û amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye nikare bi hêza xwe êrişî wî welatî bike û got: “Ev ê ji bo wî (Erdogan) gelek xerab be. Ji ber vê yekê ne bi şev û ne jî bi roj nikare were."
Di berdewamiya axaftina xwe de Parlamentera Yûnanî diyar kir: “Ev gotin tenê sextekariyên beriya hilbijartinê ne û dixwazin bandorê li civaka Tirkiyê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin