Amerîka | Li lîseyên Nashvilleyê polên dersên Kurdî vedibin

Amerîka | Li lîseyên Nashvilleyê polên dersên Kurdî vedibin

PeyamaKurd – Dibistanên Dewletê yên bajarê Nashville ya Amerîkayê, biryar hat dayîn ku di beşa zimanên dinyayê de, dersên zimanê Kurdî bê dayîn.

Li gorî biryarê, dê li lîseyan polên dersên Kurdî bên vekirin û perwerdeya bi Kurdî dest pê bike.

Ji bo sedema lêzêdekirina zimanê Kurdî di perwerdeya ziman a lîseyan de, hat gotin ku li bajarê Nashvilleyê li gor bajarên din ên Amerîkayê bêhtir Kurd dijîn û ji bo ev îhtiyaca xwendekarên bê bicihanîn biryar hatiye dayîn polên dersên Kurdî werin vekirin.

Nûnera Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Rahman jî mizgîniya dersên Kurdî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand û got, ‘Dibistanên Nashville dê dersên zimanê Kurdî vekin.”

Agahdariya vekirina polên Kurdî, bernameya radyoyî ya WPLN ji Nashvilleyê bi dengê Shalina Chatlani

Li bajarê Nashville ku wekî Kurdistana piçûk jî tê naskirin bi deh hezaran kurdên dema rejîma Sedam Hisên ango piştî karesata Helebceyê bicih û war bûne dijîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin