PeyamaKurd – Sûdanî da zanîn, wî ferman daye Wezareta Petrolê bi kompanyayên ku wê gazê li Herêma Kurdistanê hilberînin re girêbestan îmze bike.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî ragihand, wî ferman daye Wezareta Petrolê bi kompaniyên ku wê gazê li Herêma Kurdistanê hilberînin re girêbestan îmze bike.
Sûdanî di daxuyaniya xwe de diyar kir, ji bo kêşeyên gaza Îranê ji Iraqê re çareseriyeke radîkal hatiye pêşkêşkirin û astengiyên di pêvajoya dayîna mûçeya gazê ya ji bo hinardekirina gazê hatiye dayîn de hatine çareserkirin.
Wî eşkere kir, piştî wî wek serokwezîr dest bi kar kir, wan pirsgirêkên sektora elektirîkê nas kirin û du cure çareserî diyar kirin, yên demkî û yên niha û yên demdirêj û stratejîk.
Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku wî ferman daye Wezareta Petrolê girêbestên berhemanîna gazê ji bo santralên elektrîkê yên li Iraqê bi kompanyayên Herêma Kurdistanê re îmza bike, Sûdanî amaje bi wê yekê jî kir ku bi vê biryarê û biryarên mîna wê, ew dikarin aramiyê bidin sektora elektrîkê.
Sûdanî anî ziman ku Îran ji bo kêşeyên gazê ji bo Iraqê çareseriyeke radîkal heye û diyar kir, ew bi pêvajoya dayîna mûçeya ku ji bo gazê hatiye dayîn re rû bi rû ne, bi taybetî li ser aloziyên ku ji ber cezayên Amerîkayê derketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin