PeyamaKurd - Li Urdunê, civîneke girîng a leşkerî bi beşdariya serfermandarên Urdun, Sûriye, Îraq û Wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Di vê civînê de mijarên ewlehiya herêmî, parastina sînoran û rêbazên xurtkirina hevrêziyê ji bo rûbirûbûna hemû gef û metirsiyên ku sînoran derbas dikin, hatin nîqaşkirin û nirxandin.
Hêzên Urdunê di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku di civînê de gelek dosyayên krîtîk ên wekî ewlehiya herêmî û hevkariya leşkerî hatine gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin ku armanca sereke ya vê gavê bihêzkirina mekanîzmayên hevbeş e ji bo rûbirûbûna xeteriyên ser sînoran û avakirina aramiya giştî ya li herêmê.