Kanada: Em ji rêziknameya nakok bi fikar in

Kanada: Em ji rêziknameya nakok bi fikar in

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, di derbarê rewşa nakok a ku ji ber rêziknameya dadweriyê li Îsraîlê çêbû de daxuyanî da. Trudeau da zanîn ku ew ji ber wê biryara hikûmetê bi fikar in.

Justin Trudeau li eyaleta Ontario daxuyaniyek da çapemeniyê û li ser mijara navborî got,"Em ji reformên dadwerî yên ku hikûmeta Îsraîlê biryar daye bişopîne gelek bi fikar in."

Trudeau da zanîn ku divê reform bi piştgirî û razîbûna gel bên kirin û diyar kir ku tundiya berdewam bandoreke neyînî li gelê herêmê kiriye û got ku gel daxwaza kêmkirina rageşiyê û aştiyê kiriye.

Trudeau di derbarê berfirehkirina cih û warên cihûyan ên derqanûnî yên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku di bin dagirkeriyê da ye da wiha got:

"Helwesta Kanadayê ya ku ev cih û warên cihûyan neqanûnî ne, ev demeke dirêj e heman tişt e. Divê em li hember vê rewşê bisekinin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin