NASA: Qela Hewlêrê di dinyayê de ya herî kevn e

NASA: Qela Hewlêrê di dinyayê de ya herî kevn e

PeyamaKurd - Ajansa Netewî ya Hewa û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ragihand ku keleha Hewlêrê avahiya li ser rûyê dinyayê ya herî kevn e ku hîn jî mirov li ser dijîn.

Di malpera fermî ya NASAyê de doh 2yê Nîsanê hinek dane hatin belavkirin ku tê de tê gotin, keleha Hewlêrê bi kêmî 6 hezar salî ye û hat diyarkirin, keleha Hewlêrê xwedîtiya heyamên Asûr, Sasanî, Mogol, Xrîstiyan, Osmanî, cihû û misilmanan kiriye û herwiha wekî perestgeh hatiye bikaranîn.

Li gor amarên hikûmeta herêma Kurdistanê yên 1995an li ser Keleha Hewlêrê 247 xanî û 1631 şênî hebûne.

Keleha Hewlêrê sala 2003yan ji aliyê UNESCOyê ve wekî mîrateya kulturî ya cîhanê hat destnîşankirin û ji niştecihan hat valakirin.

Keleha Hewlêrê ku bi bilindiya 32 metreyan e, di sala 2014an de bi fermî ket nav lîsteya UNESCOyê ku niha muzexaneyek û tenê xaniyê malbatekê li ser maye.

Qela Hewlêrê nîşan û remza paytexta Herêma Kurdistanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin