"Hewla Nêçîrvan Barzanî dorpêç bidawî anî"

"Hewla Nêçîrvan Barzanî dorpêç bidawî anî"

PeyamaKurd - Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand, ku niha pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên dîplomatîk pir baş in û ew dorpêça ku Bexda avêtibû ser Kurdistanê me karî bişkînin.

Hoşyar Sîweylî ji malpera PDKê re ragihand: “Dema şandên navdewletî û Iraqî serdana Herêma Kurdistanê dikin, xuya dibe ku pêwendiyên Kurdistanê ligel civaka navdewletî pir baş in, nexasim jî ligel welatên Amerîka û Ewropa û Çîn û Rûsya. Berê jî pêwendiyên me ligel wan welatan baş bûn, lê piştî referandumê hinekî pêwendiyên me sar bibûn, lê me karî paşê dîsa pêwendiyên xwe wek berê bikin û bihêztir jî bikin.”

Sîweylî diyar dike ku Bexda dixwest konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê nemînin û ji Kurdistanê vekişin, lê ew yek ji Bexda re neçû serî û konsulxane li Hewlêrê man, ew jî bi hewlên Hikûmeta Kurdistanê, ku kar li ser baştirkirina pêwendiyên Kurdistanê ligel derve dikir.

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Bexda dorpêça dîplomatîk avêtibû ser Herêma Kurdistanê, lê Kurdan karî wê dorpêçê bişkînin. Bexda hemû hewlên xwe da ku nehêle berpirsên welatan serdana Kurdistanê bikin û berpirsên Kurdistanê jî nikaribin serdana derve bikin, lê paşê bi hewlên Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî me karî wan dorpêçên dîplomatîk bişkînin.”

Hoşyar Sîweylî wiha got: “Niha pêwendiyên dîplomatîk ên Kurdistanê di asteke pir baş de ne û dê bi ew pêwendî baştir û berfirehtir jî bibin. Amerîka konsulxaneyeke mezin li Hewlêrê vedike û Çîn jî dixwaze li nêzîkî wê konsulxaneya xwe veke. Nêçîrvan Barzanî serdana welatan dike û bi germî pêşwazî li wî tê kirin, ku ev hemû tişt gotina min piştrast dikin ku çiqasî pêwendiyên me pêş ketine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin