PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya Koşka Spî, duh jî artêşa Amerîkayê êrîşên nû li ser herêmên serhildêr ên Hûsiyan li Yemenê kir û moşekên ku ji bo êrişkirina keştiyên li Deryaya Sor amade kiribûn kirin hedef.
Berdevkê Encumena Ewlekariya Netewî ya Amerîka John Kirby ji rojnamevanan re got, "Hêzên Amerîkî sê êrîşên xweparastinê yên serkeftî li dijî armancên Hûsî li Yemenê pêk anîn."
Kirby got ku "Hûsiyan hîn jî hin şiyanên êrîşê diparêzin" lê destnîşan kir ku "Êrîşên Hûsiyan ên li Deryaya Sor wê di tu hevdîtinên agirbesta li Xezzeyê de rola xwe neleyizin."
Serhildayên Yemenê ku gotibûn wan keştiyên girêdayî Îsraîlê ji bo ku piştgiriya xwe ji bo Filistîniyan li Xezzeyê nîşan bidin kirine hedef, herî dawîn ragihandin ku wan li Kendava Adenê êrîşî keştiyeke bazirganiyê ya Amerîkayê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin