Zêbarî: Divê tawankarên DAISê rûbirûyî yasayan bibin

Zêbarî: Divê tawankarên DAISê rûbirûyî yasayan bibin

PeyamaKurd - Kordînatorê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Konferansa Hewlêrê ya li ser lêkolîna tawanên DAIŞê yên li dijî civaka Mesîhî li Iraqê gotarek pêşkeş kir û got, ji bo pêkanîna dadperweriyê bo civaka Mesîhî, divê berpirsên trajediya tawanên dirindane yên DAIŞê rûbirûyî yasayan werin kirin.

Di konferansa ku îro 31ê Tebaxê hate lidarxistin de; Dîndar Zêbarî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Şêwirmendê Taybet ê Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî bo Lêkolîna Tawanên DAIŞê (UNITAD) Cristian Richer, Konsulê Giştî yê Fransayê yê bi wekalet li Hewlêrê, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê û Serokê Komîsyona Dadperwerî ya Navdewletî, beşdarî kirin.

Zêbarî di konferansê de li ser pêkanîna dadperweriyê ji bo qurbaniyên civaka Mesîhiyan û dadgehîkirina terorîstên DAIŞê diyar kir, di xweragiriya civaka Mesîhî li dijî tawanên DAIŞê bilind were nirxandin û got, ji bo pêkanîna dadperweriyê ji bo civaka Mesîhî divê bikerên trajediya tawanên dirindane yên DAIŞê rûbirûyî yasayan werin kirin.

Dîndar Zêbarî bal kişand ser êş û janên Mesîhiyan û bi bîr anî ku di havîna 2014an de pêkhateyên Êzidî û Mesîhî yên Neynewa û Şingalê ligel pêkhateyên din ketine bin dorpêça DAIŞê û di bin gefên kuştin û kolekirin û guhertina olê bi darê zorê de bi sed hezaran kes mal û milkê xwe bi cih hiştine.

Zêbarî li ser alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku heta niha nêzîkî 2 hezar malbatên ser bi parêzgeha Neynewa, xwe spartine Herêma Kurdistanê û neseqamgîrî û tunebûna xizmetguzariyên pêwîst, rê li ber vegera wan a bo cih û warê xwe digre.

Kordînatorê Raspardeyên Navdewletî got, Herêma Kurdistanê qurbaniyên mezin dane û nêzîkî 1810 şehîd û zêdetirî 10369 birîndarên Pêşmerge hene, ku ev nîşaneya berevaniya Kurdistanî ya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin