PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 11ê Tebaxê ji ber koça dawî ya hevjîna Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm, Rûnak Ebdulwahîd, peyameke sersaxiyê belav kir û hevxemiya xwe bo Fuad Masûm ragihand.
Serok Barzanî bo Fuad Masûm di peyama xwe de wiha got: "Bi navê Xwedayê mezin û dilovan, Birayê Birêz Dr. Fuad Masûm.
Bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya hevjîna cenabê we Rûnak Ebdulwahîd gihişte me. Ez sersaxiyê li cenabê we û malbat û kesûkarên we dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê rehmetî Rûnak Ebdulwahîd bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bibexşîne her kesî.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin