Hukumeta Kolombiya û ELN dest bi hevdîtnan dikin

Hukumeta Kolombiya û ELN dest bi hevdîtnan dikin

PeyamaKurd – Piştî bêdengiyeka 3 salan hukumeta Kolombiyayê bi rêxistisna gerilla ya bi navê ELN re rûdinê ser masê û dê roja duşemê dest bi hjevdîtinan bike. Hevdîtin roja duşemê li payîtexta Venezuelayê li Karakaşê dê bibe. Hevdîtinên her dû terefan di sala 2019an de hatibûn birîn.

Li gor ragihandina Euronewsê; serokkomarê nû yê Kolombiyayê Gustavo Petro yekî çepgire di 7 ê tebaxê de hilbijartinê qezenc kiriye. Berê soz dabû ku bi ELN re hevdîtinên aştiyê bike.

Di hevdîtinên aştiyê de Venezuela, Kuba û Norveç her sê dewletên garantorin. Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li ser mijarê weha got:

“Venezuela di hevdîtinên Kolombiya û ELN de qebûl dike ku bibe garantor. Ji bo aştiya bi temamî ya Kolombiyayê ji destê me çi were em ê bikin.”

Serdozgeriya Kolombiyayê biryara desteserkirina her 17 endamên rêxistina ELN yê rakiribû û ji wan serpereştan Nicolas Rodriguez Bautista û Pablo Beltran dibe ku tevlî hevdîtinên li Karakaşê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin