Mesrûr Barzanî bi wezîrê enerjiyê yê Îngîltere re hevdîtin kir

Mesrûr Barzanî bi wezîrê enerjiyê yê Îngîltere re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo seredanên fermî li Îngîltere li Londrayê ye. Barzanî di çarçoveya seredanên fermî de îro bi wezîrê kar, enerjî û stratejiyê yê Îngîltere Kwasi Kwarteng re civiya.

Di seredanê de bi wezîr re li ser enerjiyê, bazirganiyê, têkiliyên duqolî û reformên bankayê yên li Herêma Kurdistanê axifîn. Di seha enerjiyê de behsa enerjiya Herêma Kurdistanê û behsa şîrketên bankayê yên Îngîltere ku di mijara enerjî û enerjiya paqij de xebatên ku dikin û fêdedîtina ji tecrubeyên wan, hat kirin.

Di hevdîtinê de behsa gemariya hawerdoriyê jî hat kirin.

Serokwezîr Barzanî îro bi serokwezîrê Îngîltere bi Boris Johnson û wezîra dewletê ya ji karên Rojhilata Navîn û Asya berpirs, bi Amanda Milling re hevdîtin kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin