Konsulê Çekyayê seredana serokê Herêm Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir

Konsulê Çekyayê seredana serokê Herêm Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya konsulê dewleta Çekyayê Karel Kortanek kir. Barzanî bi sedema ku konsulê Çekyayê nûh dest bi wezîfa xwe ya Herêma Kurdistanê kiriye, wî pîroz kir û jê re serkeftinê xwest.

Barzanî got ku ew amade ye ji bo her alîkariya ku konsulê Çekyayê pê pêdivî heye, jê re bike û Herêma Kurdistanê dixwaze li gel Komara Çekyayê têkiliyên xwe berfireh bike. Barzanî her weha sipasiya komara Çekyayê kir ji ber di dema şerê li dijî DEAŞ ê de di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de piştgirî û hevkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Konsulê Çekyayê jî di axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarkirina wezîfa xwe li Herêma Kurdistanê ragihand û got ku welatê Çekya bi her awayî girîngiyê dide têkiliyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê û her dixwaze têkiliyên xwe berfirehtir bike.

Di navbera konsulê Çekyayê û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de li ser mijarên têkiliyên navbera Hewlêr-Bexdayê, çanda pêkvejiyanê û lêborînê, derfetên kar û veberhênana Çekyayê li Kurdistanê, rewşa siyasî ya li Iraqê û bandora şerê Rûsya-Ûkraynayê li ser herêmê hatin guftûgokirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin