Turk: Hismendiya ku kotedayê rewa dibîne li ser kar e

Turk: Hismendiya ku kotedayê rewa dibîne li ser kar e

PeyamaKurd - Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ku ji kar hatibûn dûrxistin, di civîneke rojnamevaniyê de li Stenbolê tawanên li hember xwe bi zimanekî tund red kirin.

Di civînê de Ahmet Turk da zanîn ku di 19ê tebaxê de kotedayeke siyasî hatiye kirin û hikûmet hewil dide vê kotedayê rewa nîşan bide. Turk da zanîn ku ger yekitiyeke demokratîk bê avakirin, dikare pêşî li vê kotedayê bê girtin

Di civînê de di serî de Ahmet Turk axivî û got ku di 19ê tebaxê de li dijî wan kotedayeke siyasî pêk hatiye. Turk wiha domand: “Em ji bo ku xwedî li îradeya xwe derkevin niha li vir in. Dema ku em di 19ê tebaxê de ji peywirê hatine girtin me dît ku nivîsên dûrxistinê di 1ê nîsanê de ji wezîrê karên navxeyî re hatine şandin. Dixwazin têkildari qeyûman hişmendiyekê ava bikin. Hişmendiya ku kotedayê rewa dibîne li ser kar e. Dibêjin ku ji cihên cuda re pere şandine. Tiştekî wiha nîne. Ji sala 1973yan heta niha di nava siyasetê de me. Cara pêşî rastî pêvajoyeke wiha dijwar têm. Lê dîsa jî em hêviyên xwe nabirin. Ev tişt bi têkoşîn û sebrê dibe. Êdî mesele ji meseleya kurdan derketiye. Mesele bûye bûye meseleya demokrasiyê. Divê ev bi aştiyê çareser bibe. Ger ku ji ber hilbijartinên Stenbolê nebûya, dê di 1ê nîsanê de qeyûm tayîn bikirina. Lê ji ber Stenbolê hat paşxistin. Siyaseta me ji bo demokrasî û xizmeta gel e. Siyaseta ku niha tê meşandin, kurdan weke talûkeya heyî dibîne.”

GEFA ERDOGAN BERSIVAND

Ahmet Turk li ser pirsa der barê gotina Erdogan a; ‘Di destê me de gelek dosya hene’ de jî wiha got: “Aqilekê dewletê nemaye. Sibê dê çi biqewime mirov nizane. Dibe ku em rastî  hemû rêbazan bên. Ger ku em aqilekê dewletê ava nekin, bêtehemûliya ku dikeve nava gelên me bi rastî jî rê li ber fikaran vedike. Dibe ku sibê der barê parlamenteran de jî pêvajoyek dest pê bike. Vê jî tenê em dikarin bi avakirina nirxên demokratîk ên hevpar re asteng bikin.”

ERDOGAN DAXWAZA HEVDÎTINÊ BÊBERSIV HIŞT

Turk da zanîn ku beriya niha ji bo ku van faturayan bipirse ji serokomarê Tirk Erdogan vexwendname daxwaz kiriye û ev agahî dan: “Lê li min venegeriyan. Bi gelemperî nêzikatiyeke nixûmandina van tiştan heye. Şandeyeke bêalî bişînin. Bila wezîrê karên navxweyî bê û ez jî dê biçim. Em vî awayî raya giştî agahdar bikin. Dema ku serokomar hatiye Mêrdînê 10-15 wesayît hatine kirêkirin. Bihayê wan jî 332 hezar lîre ye. Dema em van hemûyan datînin berhev, çend milyon digirin. Niha jî rabûne qala 220 hezar lîreyên ku ji bo mêvanan hatine mezaxtin dikin. Qeyûm 2 sal û nîvan maye li ser peywirê lê ji bo pênûsê taybet 9 milyon lîre lêçûn kirine. Ji bo nixûmandina vê bêhiqûqiya xwe her tiştî dike. Hinek kesan ji xwe re weke dijmin radigihîne û bi vê rêbazê dixwazin desthilatiya xwe bidomîne.”

JI KILIÇDAROGLU RE PEYAM

Di berdewamiya axaftina xwe de jî Ahmet Turk ev peyam ji Kiliçdaroglu re şand: “Em dixwazin ji bo demokrasiyê hevkariyê bikin. Li cihên weke Stenbol, Enqere, Antalya, Hatay û hwd. me piştgirî neda CHP’ê, me piştgirî da demokrasiyê. Kiliçdaroglu pênaseya; ‘Weke tiştê ku frêna wê teqiyayî’ dike. Wê demê werin em vî tiştî pêkve rawestînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin