Serok Barzanî li ser wefata Elî Qazî sersaxî da malbata Qazî Mihemed

Serok Barzanî li ser wefata Elî Qazî sersaxî da malbata Qazî Mihemed

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya koça dawî ya kurê Pêşewa Qazî Mihemed  Elî Qazî îro Yekşemê peyameke sersaxiyê ji malbata wî re rê kir..

 

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Bi xemeke mezin min koça dawî ya birêz Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed bihîst. Ez sersaxiyê ji malbata Pêşewa Qazî re dixwazim û hevî û xema wan parve dikim."

Serok Barzanî herwiha hêvî ji Xweda kir ku  sebrê bide giyanê nemir birêz Elî Qazî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin