Li Diyarbekir 3 akademisyenên belavoka astiyê hatin berat kirin

Li Diyarbekir 3 akademisyenên belavoka astiyê hatin berat kirin

PeyamaKurd - Dadegeha Diyarbekirê ji bo 3 akademîsyenên belavoka aştiyê îmze kiribûn biryara beratê da.

Akademîsyen Murat Kizil, Murat Bîrîcîk û Fîkret Uyar ê li Zanîngeha Dîcleyê profesoriyê dikirin bi boneya belavoka “Em nabin şirîkê vî sûcî” îmze kirin doz li wan hatibû vekirin.

Di danişîna dadgehê ya her sê akademîsyenan a li Dadgeha Diyarbekirê de, hersê akademîsyen ji wê dozê hatin beratkirin.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku ew belavok di çarçoveya mafê azadiya derbirinê de nirxandibû û li ser girtin û dûrxistina akademisyenan biryara binpêkirina mafên wan dabû, ev demek e hejmarek akademisyen ji wê dozê tên beratkirin.

Heta niha hejmara akamesîsyenên hatin beratkirin bûye 4 kes.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin