Proseya darizandina Trump fermî dest pê kir

Proseya darizandina Trump fermî dest pê kir

PeyamaKurd – Piştî radestkirina bo senatoyê ya xalên darizandina Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji aliyê Encûmena Nûneran ve hatibû pejirandin, proseya darizandina li ber senatoyê ya Trump bi fermî dest pê kir.

Seroka Encûmena Nûneran Nancy Pelosi doh ragihandibû ku wan belgeyên fermî yên darizandina Trump li avahiya senatoyê pêşkeşî Serokê Komîteya Îstixbaratê Adam Schiff û 7 dozgeran kiriye.

Piştî wergirtina belgeyan Schiff, li senatoyê 9 rûpelên tawanbariyên li Trump têne kirin xwend. Di heman rûniştinê de, dadgeha ezilkirina Trump hat avakirin û John Robert jî bû Serokê Dadgeha Bilind a ezilkirinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin