Îbrahîm Reîsî li ser Jîna Emînî axivî: Dosya wê hîn di lêkolînê de ye

Îbrahîm Reîsî li ser Jîna Emînî axivî: Dosya wê hîn di lêkolînê de ye

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi daxuyaniyekê diyar kir, dosyeya Jîna Emînî hîn di lêkolînê de ye, lê belê welatên rojava bi durûtî ligel vê mijarê tevdigerin.

Îbrahîm Reîsî di konferanseke rojnamevanî de li New Yorkê axivî û da zanîn, bûyerekê li Îranê rû daye ku niha di bin lêkolînê de ye, eger xemsariyek an jî xeletiyek rû dabe, bêguman lêkolîn wê were kirin.

Reîsî eşkere kir: “Eger li derve behs bikin an nekin, ev erkê Komara Îslamî ya Îranê ye ku mafên welatiyên xwe biparêze, lê belê li Amerîkayê jî çend kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, gelo lêkolîn derbarê wan de hat kirin?”

Di berdewamiyê de got: “Li Brîtanyayê di nava 28 hefteyan de 80 jinan can dan, gelo lêkolîn li ser sedem û xemsariyan hat kirin?”

Serokomarê Îranê destnîşan kir, nabe bi durûtî ligel mijarên mafên mirovan tevbigerin, ev bûyer jî li Îranê hîn yekalî nebûne, tenê bijîşkê dadî axiviye û pişt re ev desthilata dadweriyê ye ku raporta xwe ya dawî belav bike.

Herwiha li ser xwepêşandanan de jî diyar kir, gelek asayî ye ku xelk li ser biryarekê nerazîbûna xwe nîşan bidin, lê belê alozî û têkdana milkê giştî cuda ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin