Xebatkarê nexwesxana Nisêbînê di Ava Sipî de fetisî

Xebatkarê nexwesxana Nisêbînê di Ava Sipî de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê li Ava Sipî ku ciyê geştûguzariyê ye, xebatkarê nexweşxana dewletê ya Nisêbînê Abdullah Alpaslan ê 35 salî ku di beşa radyolojiyê de dixebitî, ji bo xwe hînik bike ket avê lê ji nîşkave di nav avê de pirpitî. Hevalên wî ji aliyekî de gihîştinê wî ji avê derexistin û li aliyê dinê telefonî tîmên tenduristiyê kirin.

Li ser nexweşbûna halê wî, bi ambûlansê ew birin nexweşxana dewletê ya navça Nisêbînê. Lê Alpaslan li wê derê jiyana xwe ji dest da. Cenazê wî şandin morga nexweşxanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin