Tatbîqata NATO yê wê li Norweçê be

Tatbîqata NATO yê wê li Norweçê be

PeyamaKurd- Tatbîqata NATO yê, vê carê wê li Norweçê bêkirin. 50 hezar leşker, 150 balafir, 50 heb keştî û 10 hezar erebe wê tevlî tatbîqatê bibin. Navê tatbîqata vê carê ku gelek mezine, "Trident Juncture 18" ye û wê 25 ê cotmehê de destpêbike û di 7 ê meha 11an de biqede.

NATO bi 29 muttefîk û 6 hevkarên xwe ve tatbîqatê dike. Medya tatbîqatê weka xwe nîşandana qewweta NATO yê radigihîne. Hêzên hewayî, bejayiyê û deryayî wê tevli tatbîqatê bibin û di her sê sehayan de wê tatbîqat çêbibe. Tatbîqat wê bi giranî li Norweçê bimeşe lê Atlantîka Bakûr, Behra Baltikê bo deryayê û seha hewayî ya Fînlandiya û Îsweçê wê bo hêzên hewayî bên bikaranîn.

Amerîka, Almanya, Norweç, Brîtanya û Fransa dewletên ku herî zêde leşker dişînin tatbîqatê ne.

Tatbîqat bi sedema ku di sermayê de dê bêkirin, wê şiyanên  leşkeran yên di hewa serma de bipêş bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin