Rêkevtin çêbû Rêveberiya Singalê vedigere ser karê xwe

Rêkevtin çêbû Rêveberiya Singalê vedigere ser karê xwe

PeyamaKurd - Roja çarşemê rêveberiya yasayî ya Şingal û her sê nahiyeyên wê vedigerin navçeyê û karmendên wê dest bi karên xwe dikin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê  Seydo Çeto ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Wek rêveberiya parêzgeha Neynewa, parêzgar û serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê, êvara roja yekşemê (28-10-2018) li Fermandariya Operasyonên Newnewayê li Mûsilê li gel fermandarê ewlehiya parêzgahê, di derbarê vegerîna rêveberiya yasayî ya Şingalê de kom bû, ku Fermdarê Operasyonên Neynewayê, Fermandarê Polîsan, Nûnerê Heşda Şebî, Îstixbarat û Ewlehiya Nîştimanî û fermandarên firqeyên 15, 16 û 20a beşdarî civînê bûn.”

Serokê Encûmena Neynewayê amaje bi wê yekê kir ku di civînê de biryar hat dayîn ku rêveberiya yasayî ya Şingalê û her sê nahiyeyên wê vegerin Şingalê û dest bi kar bikin, ku ji van pêk tên:

-  Mehma Xelîl, Qaymeqamê Navçeya Şingalê      

-  Weys Nayif, Serokê Encûmena Navçeya Şingalê        

-  Nayif Seydo, Rêveberê Nahiyeya Sinunê

- Elyas Xizir, Serokê Encûmena Nahiyeya Sinunê

- Ebdulhemîd Qasim, Rêveberê Nahiyeya Bilêc  

- Êzidîn Nadim, Serokê Encûmena Nahiyeya Bilêc 

- Xidir Xudêda, Rêveberê Nahiyeya Giruzêr    

- Seydo Xişo, Serokê Encûmena Giruzêr  

Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê derbirî ku biryar e rêveberiya yasayî ya navçeya Şingalê roja çarşemê (31-10-2018) bi awayekî fermî vegere û bi fermî berpirsên rêveberiyê jî hatine agahdarkirin.

Herwiha Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ev biryar piştrast kir û bal kişand ser ku civîna bi rêkevtin û agahdarkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û rêveberiya parêzgeha Neynewayê hatiye birêvebirin û biryar hat dayîn ku tevahiya berpirsên navçeya Şingalê vegerin.

Qaymeqamê Şingalê destnîşan kir ku artêş û hêzên ewlehî yên Iraqê soz dane ku asayîş dê bi destê rêveberiya Şingalê were berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin