Ji Îtalyayê agahî heye: Di nav hefteyek yan deh rojan de…

Ji Îtalyayê agahî heye: Di nav hefteyek yan deh rojan de…

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îtalyayê İtalya Pierpaolo Sileri, ragihand ku ew li bendê ne di nav 7-10 rojan de hejmarên Covid-19 bi rêjeyeke cidî kêm bibin.

Silerî bal kişand ser ku di nav du hefteyên dawî de Îtalya gihîştiye rêjeya herî bilind a nexweşîna Covid-19 û got, “Em niha di lutkeya vê nexweşînê de ne. Emê di nav hefteyek deh rojan de bibîn ku kesên pozîtîv derdikevin gelekî kêm bibin.”

Sileri di berdewamê de diyar kir, “Niha hejmara miriyan zêde ye. Sedem jî zêdebûna tûşbûyên hefteyên berê ye. Helbet heger hejmara tûşbûyan dakeve wê haletên mirinê jî kêm bibin.”

Welatê Îtalyayê herî dawî 5 hezar û 974 tûşbûyên nû û 889 mirin rapor kirin. Hejmara giştî ya tûşbûyan li Îtalyayê gihîştiye 92,472 kesan ku bi giştî 10.023 kesan jî ji vîrusa korona can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin