PeyamaKurd – Endamê Komîta Navendî ya PDK ê Elî Ewnî ragihand ku herkes dikare di babeta gendelî û îxanetan de biaxife lê rast nîne ku Lahor Cengî biaxife. Herî dawî di ser medya civakî di ser facebookê de Lahor Cengî daxwuyaniyekî da û êrîşê ser YNK ê, PDK ê û Goranê kir û xwe weka parêzvanê xelkê Kurdistanê nîşan da.
Elî Ewnî di rêya BasNewsê de bersşva Lahor Cengî da û got ku Cengî ji partiya xwe hatiye avêtin û bi çi cesaretê li ser navê YNK ê dikare biaxife, hêj fêm nekiriye. Elî Ewnî weha dewam kir:
“Lahor Cengî ji Xwedê dixwaze ku yek ji PDK ê silavekî bidê. Esas dizane ku jiyana wî ya siyasî qediyaye û bi şiroveyên pûç dixwaze xwe bixe rojevê. Ew baş dizane ku sermaye û serweta ku niha di destê wî de ye, derfetên jiyanê yên ku niha di destê wî de ne, ev xelkê han û hukumeta niha hiştiye ku di bazara serbest ya aboriyê de bibe xwediyên wan.
Lahor û kesên weka wî hewl didin ku îrada xelkê Kurd teslîmê dijminan bikin û bi wî rengî dixwazin xelkê Kurdistanê bê îrade bihêlin. Car din dixwazin bi îxanetekî weka ya 16 ê cotmehê êşê bidin xelkê Kurd. Ji ber wê her kî behsa gendeliyê û îxanetê bike normale lê yekî weka Lahor mafê wî tineye behsê bike. Ji xwe çanda gendelî û firotina welat, çanda Lahor û yên weka wî ne”
Cengî di wextê de yek ji rêvebirê di asta bilind de yê YNK ê bû û hetta hevserokê YNK ê bû lê ew jehrê da kurmamê xwe Bafil talabanî û şiddeta terorê da ser kesên li hemberê xwe. Paşî Partî (YNK) wî ji partiyê avêt û niha dixwaze êrîşê PDK ê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin