Li Balikesîrê erdhej çêbû!

Li Balikesîrê erdhej çêbû!

PeyamaKurd – Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand ku li navçeya Dursunbeya Balikesîrê bi lerza 4an erdhejek pêk hat.

Hat ragihandin ku li Dursunbeya navçeya Balikesîrê bi lerza 4an erdhejek pêk hat.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) di daxuyaniya xwe ya der barê erdhejê da daxuyand ku di saet 22.20an da erdhejeke bi lerza 4an pêk hat û navenda wê Balıkesir Dursunbey e.

Hate tomarkirin ku erdhej 7,7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Parêzgarê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglû diyar kir ku ji ber erdhejê li navçeyê tu neyînî tune.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin