PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Muhammed Elî Hekîm diyar kir ku dorpêçên ku Amerîka li dijî Îranê sepandine, Bexdayê eleqedar nakin û got, ew dê têkiliyên xwe yên bazirganî bi Tehranê re berdewam bikin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî beriya niha ragihandibû ku ew dê dorpêçên ser Îranê bicih neyînin û li dijî biryarên yekalî yên Amerîkayê rawestin.
Rêveberiya Amerîkayê 8ê Gulana 2018an ji Peymana Nukleerî ya ligel Îranê vekişiyabû û piştre jî biryara dorpêçên giran ên aborî li ser Îranê wergirtibû ku Amerîka rejîma Îranê wekî fînansorê terorê li Rojhilata Navîn û cîhanê tawanbar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin