PDKÎ sersaxî da xelkê Belûçistanê û pistevaniya xwe ragihand

PDKÎ sersaxî da xelkê Belûçistanê û pistevaniya xwe ragihand

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Birêveberî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKİ) Mistefa Hicrî, li ser êrîşa hêzên Îranê ya bajarê Zahîdanê ku dema nimêja Înê bi dehan kes hatibûn qetilkirin sersaxî da gelê Belûçistanê û piştevaniya xwe bo wan ragihand.

Di peyamê de hatiye gotin, “Xelkê hatinî çewsandin û azadîxwazên Belûçistanê! Ciwanên hişiyar û zîrek! Em sersaxiyê dibêjine xelkê xembar yên Zahidanê û hemû netewa Belûç. Me hevparê xema xwe bizanin. Serkeftin bo me ye.”

Di peyamê de êrîşên Îranê yên ser bargehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li nav Herêma Kurdistanê hat bibîrxistin û hat diyarkirin, “Me di demekê de hêşta termê şehîdên 6ê Rezberê ku di encama moşekbarana Spaha Psdaran a Komara Îslamî ya Îranê bo ser binke û bargeh û cihê akincîbûna malbatên me ku hatibûne şehîdkirin, bi axê nesipartibûn, nûçeya şehîdbûna xelkê Zahidanê li 8ê Rezberê gihîşte me.

Her çiqas jidestdana ezîzan nexweş û bi azar e, lê cihê şanaziyê ye ku xortên çeleng û zîrek yên wî welatî li hemû cih û navçeyeke welat yekgirtî û yekparçeyî bi hev re bo rizgarî ji destê rejêmekê rabûne û bi tundî û micidî û bi yekcarî wê rejîmê bipêçin ku ti tiştekê ji mirovayetiyê nizane.

Grevgirtina berfireha îro ya xelkê Kurdistanê, li ser daxwaza Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û piştevaniya bê mînak ya xelkê Îranê ji vê girevgirtinê, tevî gefên hêzên serkutkaran, hêvîbexşîna wê serkeftinê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin