PeyamaKurd - Meclisa Nîştimanî ya Fransayê pêşnûmaya ku bikaranîna telefonê ji bo xwendekarên seretayî û kolejan qedexe dike pesend kir.
Meclisa Nîştimanî, di rûniştina piştî nîvroyê de pêşnûmaya ku Parlamentera Meşa Komarî LREM Cathy Racon-Bouzon amade kiribû guftûgo kir.
Di encama dengdayînê de pêşnûma hat qebûlkirin.
Li gor vê di sala nû ya perwerdeyê de bikaranîna telefonan li mektebên seretayî û kolejan qedexe ye.
Xwendekarên lîseyê ne di çarçoveya vê yasayê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin