Welatekî din jî dorpêç danî ser Rusyayê

Welatekî din jî dorpêç danî ser Rusyayê

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Estonyayê ve hat ragihandin ku wan, di çarçoveya dorpêça li hember Rusyayê de biryara qedexeya têketina Rusan a welêt daye.

Wezîrê Karên Derve yê Estonyayê Urmas Reinsalu, bi rêya civîna çapemeniyê ragihand ku ew ê wîzeyên Schengen ên ku welatiyên Rus di ser Estonyayê de digirin, qedexe bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wîzeyên ku tên girtin, dê ji bo herêmên Schengenê yên welatên din, derbasdar bin. Reinsalu da zanîn ku kesên ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) wîzeyên Schengehê girtibin, dê li derveyê dorpêçê bin.

Her wiha bang li welatên Yekîtiya Ewropayê jî hat kirin ku ji bo ev qedexe were dorfirehkirin, bila ew jî li hember Rusyayê qedexeya wîzeya Schengenê pêk bînin.

Wezîr di axaftina xwe de bal kişand ser Rusên ku li welêt destûra wan a rûniştinê heye, got ku ew kes jî li derveyî vê qedexeyê ne.

Bi berdewamî hat diyarkirin ku xebatkarên balyozxaneya Rusyayê, malbatên wan, xebatkarên veguhestinê kesên ku mafên wan ên yasaya YEyê hene û kesên dixwazin xizmên xwe yên nêzîk bibînin, li ser esasên mirovahiyê, dikarin bikevin Estonyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin