PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken got ku eger Rûsya Ûkraynayê îşxal bike, wê dorpêçan deynin ser Rûsyayê ku wê li aboriya wan badora giran bike û ber li projeya Rûsyayê ya Kuzey Akım-2 yê bigrin û nehêlin xaza Rûsyayê derbasî Awrûpa bibe.
Blinken, ragihandina xwe li wezareta karên derve ya Almanya bi wezîra karên derve ya Almanya bi Annalena Baerbock re kir. Blinken behsa komkirina leşkerên Rûsyayê ya ser sînorê Ûkraynayê kir û weha got:
“Almanya û hem Amerîka tevgerên Rûsyayê yên li hemberê Ûkraynayê ji bo ser Awrûpayê ya di derbarê aşitiyê û îstîqrarê de weka tehdîd dibîne.
Moskova dibêje ku Ûkrayna Rûsyayê tahrîk dike lê ev weka ku çawa roviyekî dibêje ku mirîşk wî tehdîd dikin û êrîşê ser koxa wan dike ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin